Parlamentoya Hollandayê Fermana 3’yê tebaxa 2014’an a ser Êzidiyên Şengalê weke komkujî nas kir

Parlamentoya Hollandayê Fermana 3’yê tebaxa 2014’an a ser Êzidiyên Şengalê weke komkujî nas kir.

Pêşnûme ji aliyê parlamentera Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat Anne Kuik ve derbarê naskirina fermana 3’ê tebaxa 2014’an weke qirkirina Êzidiyan hat amadekirin.

Pêşnûme li parlamentoya Hollanda bi yek dengî hate qebûlkirin.

Di pêşnûmê de tê gotin ku Parlamentoya Ewropa, Civata Nûneran a Amerîkayê, Komîsyona NY ya bo Sûriyê û parlamentoya Belçîkayê kiryarên hovanê ku DAIŞ’ê dijî Êzidî û civakên din yên etnîkî û olî kirine weke jenosîde nas kirine.

Di pêşnûmeyê de tê gotin ku parlamento diyar dike ku DAIŞ’ê dijî civaka Êzidî jenosîde kiriye û sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye.

Back to top button