Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê 3’emîn konferansa xwe li dar xist.
Di konferansê de xebatê yekîtiyê û awayê pêşxistina wê hatin nîqaşkirin.
Di bin dirûşma “Zanîn Çeka Guherîn û Afirandinê” ye, Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê 3’emîn konferansa xwe li dar xist.
Gelek rewşenbîr, nivîskar û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê de perspektîf, raporên rêxistinî yên û xebatên yekîtiyê hatin xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.
Piştre rewşa siyasî ji aliyê Hevserokê Tevgera Civakên Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso ve, hate nirxandin.
Xerîb Hiso diyar kir ku herêm di rewşek pir hesteyar re derbas dibe û wiha got:
“Dewleta Tirk û hevalbendên wê bi her awayî dixwazin destketiyên herêmê têk bibin, lê eger hemû pêkhate, netew û gelên li vir li ser bingeha netewa demokratîk bibin destek û yekîtiya xwe ava bikin teqez ewê van êrişên vala derxin.”
Piştî nirxandina rewşa siyasî deriyê nîqaşê hat vekirin û beşdaran nêrînên xwe anîn ziman.
Beşdaran teqez kirin ku barê herî giran dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran, ji bo avakirina welatekî azad û wekhev divê asta karê xwe bêhtir li pêş bixin.
Dawiyê, Desteyeke Rêvebir hate diyarkirin û dê 2 hevserokên nû di civîneke taybet de werin hilbijartin.