Duh li gundewarên Qamişlo û Dêrikê 3 kes dema avjenî dikirin xeniqîn.
Hêzên Asayîşê bang li welatiyan kir ku tedbîrên parastinê bigirin.
Hêzên Asayîşê derbarê vê yekê de li ser malpera xwe daxwiyaniyek da û ev agahî pareve kir:
“Herêmên me rastî pêleke dijwar a germahiyê tê.
Ji ber wê ciwan û zarok berê xwe didin çem û golan û avjenî dikin, bêyî ku tedbîrên parastina kesayetî bigirin.
Di encamê de bûyerên xeniqîna zarok û ciwana çêbûn.
Duh 3 kes li gundwarên Qamişlo û Dêrikê xeniqîne.”
Asayîşê bang li şêniyên herêmê kir ku haj ji zarokên xwe hebin, wan di aliyê xeteriyên avejniyê de hişyar bikin.