Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê 31. Kongra xwe li dar xist

Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê li Almanayê kongreya xwe ya 31. li dar xist.
Di kongreyê de hate diyar kirin li Kurdistanê ji ber êrişên dewletên dagirker, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan hejmara kesên mexdûr û hewceyî alîkariyê zêdetir bûne.
Di kongreyê de ji bo dema pêş gelek bîryar jî hatin girtin.

Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê li bajarê Troîsdorf ê Almanyayê 31. kongreya xwe lidar xist.

Gelek rêveber, endam, kedkar û nûnerên saziyan jî beşdarî kongreyê bûn.

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê-Almanyayê R. Bîlgîn axaftina vekirinê ya kongreyê kir û qala rola xebatên Heyva Sor a Kurdistanê kir.

Di kongreyê de rapora xebatên alîkariyê û rapora malî yên 2023’an jî hate xwendin û li ser xebatên alîkariyê yên salê sînovîzyon hate nîşandan.

Di rapora xebatên alîkariyê de, hate diyar kirin ku Heyva Sor a Kurdistanê di sala 2023’an de gelek xebatên alîkariyê ji bo mexdûr û xizan ên li Kurdistanê kiriye.

Beşdarên kongreyê jî di nirxandinên xwe de diyar kirin li Kurdistanê ji ber êrişên dewletên dagirker, felaketên xwezayî, xizanî û nexweşiyan hejmara kesên mexdûr û hewceyî alîkariyê zêdetir bûne.

Hate diyar kirin divê Heyva Sor a Kurdistanê di serî de xebatên endam zêdekirinê bimeşîne û hemû beşên alîkarî komkirinê weke kampanya, bi saziyên biyanî û navneteweyî re projeyan çêbike û xebatên xwe xurtir bike.

Di dawiya kongreyê de ji bo paşerojê plansaziyên xebatan hatin diyarkirin û ev biryar hatin girtin;

  • Divê hemû saziyên alîkariyê yên hevkar xebatên xwe li gorî serdema dîjîtal nûjen bikin û li gorî vê tev bigerin.
  • Divê hemû saziyên alîkariyê di hêla profesyoneltiyê de xwe pêş bixin, kedkarên ciwan û kedkarên jin ên zimanzan tevlî xebatê bikin.
  • Divê ji bo zêdekirina dahatên saziyan rêyên alternatîf werin ditîn da ku bikaribin pêwîstiyên mexdûran bi cih bînin.
  • Divê xebatên proje çêkirina bi sazî, dezgeh, komel, dêr û şarederiyên biyanî re wek xebatên sereke were ditîn.
Back to top button