Biden: Îran li dû êrişê ye û dê bersiveke tund werbigire

Li Urdinê li dijî Baregeha “Burc 22” yê Amerîkayê li bakur rojhilatê Urdinê a li ser sînorê Sûriyê êrîş pêk hat.
Serokê Amerîkayê Joe Biden komên girêdayî Îranê bi vê êrişê tawanbar kir û gefa bersiveke tund li wan xwar.
Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê ragihand ku ti têkîliya welatên wan êrîşên li dijî hêzên Amerîkî ya li sînorê Sûriyê û Urdinê tune ye.

Roja yekşemê Pentagonê ragihand ku êrişeke bi dronan li dijî baregeha “Burc22” a li bakur rojhilatê Urdinê û li ser sînorê Sûriyê ye pêk hatiye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku di wê êrişê de, 3 leşkerên amerîkî hatine kuştin û 34 jî birîndar bûne.

Serokê Amerîkayê Joe Biden komên girêdayî Îranê bi vê êrişê tawanbar kir û gefa bersiveke tund li wan xwar.

Her wekî endamên Kongressa amerîkî daxwaz kir ku bi lez bersiva Îranê were dayîn.

CNN: Hizbullah êriş pêk aniye

Di vî warî de, tora CNN a amerîkî eşkere kir ku “Hizbullaha li Iraqê li dû vê êrişê ye”

Li tenişta vê yekê koma bi navê Berxwedana li Iraqê ragihand ku wan 4 baregehên amerîkî kirine armanc, 3 ji wan li Sûriyê ye.

Pentagon: Em ê bersiva êrîşan bidin

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Lloyd Austin derbarê êrîşê de diyar kir ku berpirsyarê êrîşên li ser hêzên Amerîkî mîlîsên girêdayî Îranê ye.

Lloyd Austin got:

“Di wext û cihê pêwîst de emê bersivê bidin.

Ji bo parastina Amerîka, yekîneyên me û berjewendiyên xwe bi parêzin gavên pêwîst bavêjin.”

Nûnertiya NY ya Îranê: Ti têkîliya Îranê êrîşên li dijî hêzên Amerîkî tune ye

Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê ragihand ku ti têkîliya welatên wan êrîşên li dijî hêzên Amerîkî ya li sînorê Sûriyê û Urdinê tune ye.

Di daxuyaniya nûnertiyê de hat gotin ku ew pevçûn di navbera Amerîka û hêzên berxwedanê ya heremê ye.

Nasir Kenanî: Hêzên li heremê di çalakiyên xwe de ji Îranê talîmat nagirin

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Nasir Kenanî jî derbarê êrîşên li dijî baregeha Amerîkî daxuyaniyeke nivîskî da.

Nasir Kenanî di daxuyaniyê de diyar kir ku hêzên berxwedanê yê li heremê di biryar û çalakiyên xwe de ji Îranê talîmatê nagirin.

Her wiha Kenanî got:

“Rêveberiya Tahranê naxwaze şer li heremê belav bibe.

Li pişt vê yekê yên ku îdda dikin Îranê êrîş dike, dixwazin li heremê Amerîkayê bikşînin nava şer.”

Baregeha Amerîkî li Urdinê ji bo piştgirîkirina lojîstîkî ya li Sûriyê, baregehên din ên Amerîkî û bersivdana çalakiyên Îranê li heremê tê bikar anîn.

Li baregehê ji bilî bi sedan leşkerên Amerîkî, helîkopterên êrîşê, veguhestin û perwerdekirinê û wesayitên leşkerî yên zirxî hene.

Amerîka li baregeha Tenef xebatên îstixbaratê pêk tîne da ku çalakiyên leşkerî yên Îranê yên ku piştgiriya rejîma Sûriyeyê dike li herêmê bisînor bike.

37 leşkerên Amerîkî li Urdinê hatin kuştin û birîndarkirin

Back to top button