Konê sersaxiyê ji bo Abdurehman Kizil hat danîn

Ji bo Abdûrrahman Kizil ê li Parîsê hat qetilkirin, li mala wî ya li navçeya Kaxizmanê konê sersaxiyê hat vedan.

Ji bo Kurdê welatparêz Abdûrrahman Kizil ê duh bi awayekê bi girseyî li gundê Qeregûnî yê navçeya Kaxizman a Qersê hat veşartin, îro konê sersaxiyê li mala wî ya li Kaxizmanê hat danîn.

Şaredariya Qersê ku bi destê qeyûm tê birêvebirin duh ji bo cenazeyê Kizil ku anîn balafirgehê, wesayîta cenaze neda.

Ji wê boneyê, malbatê ji Şaredariya Patnosê ambûlans xwest, ambûlans ku hat balafirgehê bi hinceta ku belgeyên fermî kêm in ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Cenazeyê Kizil, bi kamyoneteke sergirtî ji balafirgehê hat wergirtin û bi karwanê bi sedan wesayîtan birin li gundê Qeregûnî yê navçeya Kaxizmanê veşartin.

Back to top button