Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî li Minbicê çeteyekî DAIŞ’ê girt

Asayişa Bakur û Rojhilatê Surî li Minbicê çeteyekî DAIŞ’ê girt.
Asayişê da diyar kirin ku dema girtina çeteyê DAIŞ’ê de çek û cebilxaneya wî jî desteser kirine.

Asayîşê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku hêzên wan bi mehan vê çeteyê şopandine û piştre operasyoneke serdegirtinê pêkanînê.

Û di encama operasyonê de ew çete doh hate girtin û cebilxaneya li gel wî hate desteserkirin.

Asayîşê dazanîn ku lêpirsîna bi çeteyê DAIŞ’ê re didome û ev çete li xwe mikur hatiye ku endamê DAIŞ’ê ye.

Asayîşa Reqa 5 kesên ku diziya malên welatiyan dikir girt

Her wiha asayîşa bajêrê Reqayê jî bi daxuyaniyeke ragihand ku hêzên wan li Reqa 5 kesên ku diziya malên welatiyan dikirin girtin e.

Asayîşa Reqaê derbarê mijarê de ev agahî da:

“Piştî ku navendên me yên ewlehiyê çend gilî ji aliyê milet derbarê dizîna pez ji aliyê kesên nenas ve wergirtin, hêzên dijî tawana dest bi lêkolînê kirin.

Di encama şopandina hêzên me de doh şebekeyek 5 kesan ku malên gel didizin li ser sûc hatin giritn.

Piştî lêpirsînê ev kes ji bo darizandinê ji dozgeriya giştî re hate şandin.”

Asayîşa Reqa di dawî de bang li gel kir ku ji bo ewlehî û aramiya herêmê alîkariya bi hêzên xwe re bidomînin.

Asayişê li Reayê bazirganekî narkotîkê girt

Navnda ragihandinê ya hêzên Asyişê jî ragihand ku hêzên wan 15’ê Çileyê li bajarê Reqayê bazirganekî madeyên narkotîkê dikir, girtin.

Di encama oparasyona pek hatî de, 60 hezar heb hatin desteserkirin.

Asayişê diyarkir ku kesê sûcdar û madeyên hatin desteserkirin ji dozgeriya giştî re hatine şandin.

Hezên Asayişê li Tebaqyê bazirganekî narkotîkê girt

Back to top button