Aslan: Rojnamevanî ne karê mirov ji bo wê bê binçavkirin e

Rojnamevan Selman Aslan ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ku 70 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev bang kir; “Kesên ku Kurdan kuştine, li Helebceyê bi hezaran kes bi kîmyabaranê qetilkirine, li Hewlêrê bi awayek azad dijîn û digerin. Lê rojnamevanên Kurd girtîne. Silêman Ehmed berdin.”

Bangên rojnamevanan yên ji bo piştevaniya Silêman jî zêde dibin.

Rojnamevan Selman Aslan banga azadiya Silêman Ehmed kir û got:

“Rojnamevanî ne karekî ku mirov ji bo wê bên bin çavkirin.

Silêman ji bo raya giştî kar dike û revandina wî ji aliyê PDK’ê ve sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Selman Aslan didawiyê de diyarkir ku Silêman Ehmed ji bo êşa gelê xwe ji raya giştî re eşkere bike hatiye girtin û demildest divê bê berdan.

70 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button