Di 24 saetan de, 2 caran êrişî bargehên koalisyonê hate kirin

Di nava rojê de 2 caran êriş li dijî bargehên hêzên Amerîkî û koalisyona Navneteweyî pêk hatin.
Çekdarên Berxwedana Îslamî ya Iraqî êriş li xwe xirtin.
Li kêleka vê hat eşkerekirin ku di nava 2023’an de, 266 çekdarên Îranê li herêmê hatin kuştin.
Di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê ya li Dêrazorê 9 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li hêleke din, êrişên çekdarên Îranê li dijî bargehên Hêzên koalisyona Navneteweyî li Sûriyê zêde dibin.

Di nava rojê de, 2 caran êrişê li dijî bargehên hêzên koalisyonê hatin kirin.

Yek bi moşekan li navçeya Şedadê û ya din jî li Dêrazorê pêk hat.

Di êrişê de, moşek û dron hatine bikaranîn.

Koalîsyona Navnetewî jî heta niha li ser mijarê ti daxuyaniyek nedaye.

2023’an çekdarên Îranê 70 caran êrişî bargehên koalîsyonê kirin

Lê hemwextî vê, derket holê ku piştî şerê Îsraîl-Hemasê, êrişên li dij baragehên Koalîsyonê yên li Sûriyê zêde bûne.

Çavdêriya Sûrê bîlançoya êrişan eşkere kir.

Li gorî vê,

2023’an 70 carî êrişên hêzên koalisyona Navnetweyî hatine kirin.

2023’an 266 çekdarên Îranê hatin kuştin

Wekî bersiva êrişan, artêşa Îsraîlê, Amerîka û koalisyona Navneteweyî di nava sala 2023’an de 89 caran êrişî çekdarên Îranê kirin.

Li gorî çavdêriyê, 203 çekdarên Îranê hatine kuştin.

Her wiha 63’ê jî li ser destê çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Dêra Zorê 9 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê berfirhe û zêdetir dibin.

Çeteyên DAIŞ’ê îro ji çolistana Sûriyeyê êrişî baregehên hêzên hikumeta Şamê û Dîfa Watanî yên li çolistana Dêra Zorê kir.

Di encamê de, derdora 9 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Watanî hatine kuştin û bêtirî 20 jî birîndar bûne.

Li Şamê çekdarên nenas leşkerek hikumeta Şamê kuştin

Tevilheviya li herêmên hikumeta Şamê dewam e.

Çekdarên nenas çekdarekî koma Dirî El Qelemûn a girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê El Fewqa yê herêma Qelemûn a rojavayê Şamê kir armanc.

Di encamê de kesek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Ev yek diyar dike ku li herêmên hikumeta Şamê lê serwere, hêza wê ya kontrolkirinê nemaye.

Back to top button