Balafireke şer a Rûsyayê derdora babê bombebaran kir

Duh derdora Bajarê Babê hat topbaran kirin .. Vê carê balafireke şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, bombebaran kir. Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker duh ber êvarî gundê Hîsan ê bakurê rojhilatê Minbicê bi tankan topbaran kir 

Ev dîmenên topbarana balafireke şer a Rûsyayê li dijî Babê ye..

Ev 3 rojin gera balafirên Rûsyayê li asîmana herêmên bakurê rojhilatê Helebê ranawestin ..

Di heman demê de napoxên şewatê jî davêtin ..

Duh êvarê balafireke şer a Rûsyayê derdora bajarê Babê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê cihê parzûnkirina petrolê hate bombebarankirin.

Lê tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketin.

Li aliyekî din Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha gundê Qîrata yê li bakurê Minbicê ve bi tankan gundê Hîsan ê bakurê rojhilatê Minbicê topbaran kir.

Back to top button