Li Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Çîçek re hate xwestin

Şeniyên bajarê kobanê sersaxî ji malbata şehîd Çîçek re xwestin û peyama şopandina xeta şehîda dan.

Ş. Çîçek Kobanê 30’ê Çileya 2024’an di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, di çalakiyên li dijî dagirker û çeteyan de li gundê Basilê yê Efrînê şehîd bûbûn.

Şêniyên Kobanê ji bo sersaxiyê ji malbata şehîd Çîçek re bixwazin herikîn bin kon û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Di bin kon de li ser navê malbata şehîd Çîçek Hisên Berekatî axivî û got:

“Em ê ji bo kurdistanê berdêlên herî giran bidin.”

Piştre birayên şehîd çîçek kobanê Xebat Cibnê û Ehmed Cibnê behsa têkoşîna xwişka xwe kir û gotin:

“Em bi şehadeta Çîçek serbilindin”.

Back to top button