Li Şam û Beyrûtê Viyan Soran hat bibîranîn

Kurdistaniyên li Lubnanê û Şamê şehîd Viyan Soran bi bîranîn.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi heman boneyê li navenda Şengalê, sermîner lidarxist.

Bi boneya salvegera şahadeta Viyan Soran Kongra Star li Lubnanê bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star û Kurdistaniyên li Lubnanê semînerek da.

Endama Kongra Star a Lubnanê Şerîfe Esmet di semînerê de axivî û behsa têkoşîna jina Kurd û têkoşîna şehîd Viyan Soran kir.

Her wiha bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan a ji bo pêkanîna armanca şehîdan.

Endamê Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê Henan Osman jî behsa girîngiya çalakiya Viyana Soran li dijî têgeha tesfiyekirinê kiriye, kir.

]\xa Zorava şehîd Viyana Soran bi civînekê bi bîr anîn.

Di civînê de hevseroka Meclisa Gel a Taxa Zorava Newroz Xelîl li ser jiyana têkoşer Viyan Soran axivî û got:

“Em ê armanca şehîdan bi serketinê tacîdar bikin.”

Jinên Şengalê Viyan bibîr anîn: em deyndarê şehîdanin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî li navenda Şengalê, şehîd Viyan bi bîra anî.

Di bîranînê de îşaret bi pêşengtiya jina di tekoşîna azadiya Kordistanê de hate kirin û hat gotin ku ev îradeya jinê xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Apo.

Endama Koordinasyona TAJÊ’ê Neam Bedel di bîranînê de axivî û got:

“Em wek jinên Şengalê û tevahiya gelên bindest her dem deyndarê keda wan şehîdanin ku ji bo me pêşeng bûn.

Pêşketina ku roja îro jinan di xwe de ava kirine bi saya keda şehîdane.

Lewma di vê em li xeta ku şehîdan emanetî me kirine xwedî derkevin.”

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan hate temaşekirin.

Back to top button