Koordînasyona KJK’ê ragihand ku ew bi biryar in ku îsal bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Li ser vê bingehê KJK’ê bang li tevahî kurdistanî û dostên wan kirin ku li her derê di nava çalakî û têkoşînê de bin.
Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan KJK’ê têkildarî grevên birçîbûnê yên dilgirtiyên azadiyê, nobedên edaletê û çalakiyên li Kurdistanê û Ewropayê yên ji bo azadiya rêber Abdulah Ocalan daxuyaniyek da.
KJK’ê diyar kir ku her çalakî xwedî girîngî û wateyekê ye û wiha got:
Ber bi 15’ê Sibatê roja qirkirina Kurdan, her çalakiyek divê hîn bêhtir xurt bibe, pêl bi pêl belav bibe û bandoreke mezin bike. Ev yek wê li dijî dewleta Tirk a faşîst, li dijî hêzên komploger û qirker bibe bersiva herî mezin.
KJK’ê bal kişande li ser grevên birçîbûnê yên girtiyên siyas û nobetên Edalatê û got:
Girtîgeh bi têkoşîna Sara, Kemal, Mazlûm, Sema, Garîbe Gezer, Ayten Behçetan veguheriye cihê berxwedanê û derbê li faşîzmê dixe.
Her wiha çalakiya nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan xeleka berxwedanê mezin dikin, hîn bêhtir xurt dikin.
Bi domdarî KJK’ê îşaret bi çalakî û pêngavên li Ewropa ên li dijî tecrîdê tên meşandin jî kir û ev tişt anî ziman:
Hevrêyên me yên welatparêz ji Parîsê ber bi Strasboûrgê ve dest bi meşa dirêj a 25 rojan kirine, ku ev yek gelekî bi wate û girîng e. Ev çalakî li dijî komplogerî û qirkeriyê dîroka azadiyê jinûve dinivîsînin.Îradeya Kurdan, jinan û bindestan li dora azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dicive, welatê azad, mirovê azad, jin a azad û mêr ê azad diafirîne.
KJK: Em ê sala 2024’an bikin sala azadiya Rêber Apo
Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku roj roja şkandina tecrîd û serkeftinê ye û ev bang kir:
Roj roja şikandina tecrîdê û pêkanîna serketinê ye; Dem dema azadiyê ye. Em bi biryar in ku îsal bikin salek ku ji aliyê fîzîkî ve xwe bigihînin Rêber Apo û derbasî nava dîrokê bikin. Ji bo vê jî divê em bi enerjiyeke bêdawî û rêxistinî, bi zanabûna ku ‘azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ di nav çalakiyeke domdar de bin. Erka me ye ku em ber bi azadiyê ve bimeşin û bi ser bikevin.
Li ser vê bingehê KJK’ê bang li tevahî kurdistanî û dostên wan kirin ku li her derê di nava çalakî û têkoşînê de bin.
KCDK-E: Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bin