Ji ber şer Xeza wêran buye û jiyan lê nemaye

Şerê li Xezayê yê di navbera Hemas û Îsraîlê de roj bi roj girantir dibe.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îdia kir ku wan 10 hezar endamên Hemasê kuştine.
Her wiha Îsraîlê eşkere kir ku ew ê li dijî herêma Refahê jî operasyona bajahî dest pê bikin.

Di roja 119’an de şerê Hemas û Îsralê bi dijwarî didome.

Bajarê Xezayê ku navenda şer e, bi temamî wêran buye û jiyan lê nemaye.

Di nava 24 seetên dawiyê de ji ber êrişên Îsraîlê yên li Xezayê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Me li Xezayê 10 hezar endamên hemasê kuşt

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant têkildarî şerê li Xezayê daxuyanî da.

Gallant eşkere kir ku li Xan Yunus a li başûrê Xezayê tabûreke Hemasê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate tunekirin û got,

“Hêzên me 10 hezar endamên Hemasê kuştin û ew qas jî birîndar kirin.”

Gallant: Em ê li dijî herêma Refahê operasyona bejahî dest pê bikin

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îşaret bi destpêkirina operasyoneke bejahî ya li dijî herêma Refahê ya li başûrê Xezayê jî kir

Li gorî daxuyaniya wezareta parastinê ya Îsraîlê, Gallant serdana hêzên Îsraîlê yên li herêma Xan Yunus ya li başûrê Xezayê kiriye û diyar kiriye ew ê li dijî herêma Refahê ya li sînorê Misirê operasyonê dest pê bikin.

Gallant dibêje:

“Em ê berê xwe bidin herêma Refahê jî hêzên Hemasê yên li wê derê jî tune bikin.”

Ji 7’ê Cotmehê ve hejmara miriyan a li Xezayê 27 hezar derbas kir

7’ê Cotmehê ya sala 2023’an ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin û zarok, zêdeyî 27 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 65 hezar kes jî birîndar bûne.

Tê gotin ku hê jî cenazeyên bi sedan kesan di bin xirbeyên avahiyan de mane.

Mijara agirbestê ya li Xezayê di rojevê de ye

Back to top button