Li Helebê yekem dibistan bi zimanê Kurdî vebû

Li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê materyalên Rêveberiya Xweser yên bi her sê zimanên Kurdî, Erebî û Suriyanî hene. Lê li Helebê, cara yekê ye ku materyalên Rêveberiya Xweser bi zimanê kurdî di dibistanan de tê dayîn.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê, dibistana Şehîd Qehraman Efrîn ku yekemîn dibistana bi zimanê Kurdî waneyan dide, vekir. Bi vê boneyê, bi tevlîbûna şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, şahiyek hate liarxistin

Di 9 salên Şoreşa Rojava de, yek ji destkeftiyên herî bi nirx û pîroz perwerdeya bi zimanê dayîkê ye.

Li hemû bajarên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde bi meteriyalên Rêveberiya Xweser bi sê zimanan Kurdî, Erebî û Sûriyanî hate destpêkirin.

Lê li Helebê, cara yekemîn e ku perwerde bi meteriyalên Rêveberiaya Xweser bi zimanê Kurdî têne dayîn.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a Helebê, dibistana Şehîd Qehraman Efrîn ku yekemîn dibistana ku wê perwerde bi zimanê kurdî bide, vekir.

Dibistan bi şahiyekê bi tevlîbûna nûnerên meclisa giştî ya taxa Şêxmeqsûd, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, xwendekar û şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hate vekirin.

Dibistana şehîd Qehraman Efrîn, deriyê xwe li pêşiya 600 xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehî di 5`ê Îlonê de vekir.

Rêvebera Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn Meryem Hemo derbarê vekirina dibistanê de wiha axivî:

Welatiyek ji taxa şêxmeqsûd kêfxweşiya xwe bi vikirina dibistanê de bi van gotinan kêfxweşiya xwe anî ziman:

Back to top button