Şêniyên Minbicê kuştina 3 xurtan bi destê hikûmeta Şamê şermezar kir

Şêniyên Minbicê, derbarê kuştina 3 xurtan bi destê hikûmeta Şamê bertek nîşan dan û gotin, ew ê li dijî hemû gefên ser herêmê li ber xwe bidin.

Beriya çend rojan 3 xurtên ku ji gundê Qensa yê Minbicê ne bi armanca nêçîra masiyan çûbûn ber çemê Firatê.

Lê hersê xurt ji aliyên sekevanên hikûmeta Şamê ve hatin kuştin.

Derbarê bûyerê de, îro bi dehan ji şêniyên bajarokê Til Hûzan a dikeve başûrê bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê berteka xwe nîşan da.

Şêniyên bajarokê Til Hûzan gotin, hêzên hikûmeta Şamê ji baregehên xwe yên li Çiyayê Erûde hersê xurt kirin armanc.

Hevserokê Meclisa Til Hûzan Ehmed El-Hisên axivî û got:

“Piştî sed salên din jî, wê ev bûyrên xemgîn neyên jibîrkirin.

Hevserokê Meclisa Til Hûzan teqez kir ku şêniyên herêmê daxwaza şer nakin, lê ew ji aşiqên aştî û azadiyê ne û got, wê şênî li dijî hemû gefan li ber xwe bidin.

Back to top button