Welatiyên Herêmê: Hikûmeta Şamê li gor zihniyeta xwe ya çewsîner kar dike

Hikumeta Şamê bi rojan derbaskirina alîkariyan asteng kir.
Welatiyên Minbic û Tebqayê nêzîkatiyên hikumeta Şamê şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Xalid El Îbrahîm ê ji bajarê Tebqayê dibêje :

“Rêveberiya Xweser di ragihandina piştgiriya qurbaniyên karesata mirovî de li pêşî bû.

Hikumeta Şamê siyasetên hovane li dijî xelkê Şehba û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne.

Welatiya bi navê Zeyneb El Îbrahîm a ji Tebqayê jî kiryarên derexlaqî yên hikumeta Şamê şermezar kir.

Welatiyê bi navê Yûnis El Elî yê ji Tebqayê jî got:

“Tevî hemû bûyerên ku rû dane jî hikumeta Şamê li gorî zihniyeta xwe ya çewsîner kar dike.”

Welatiyê bi navê Mihemed Yasîn Loza ji bajarê Heresta yê gundewarê Şamê ye jî dibêje :

“Em li konên ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo mexûdrên erdhejê vedaye, dimînin.

Şêniyên herêmê gelek alîkarî dan.

Li cem şêniyên me yên li wir alavên rakirina kavilan tune ne.

Şênî bi destê xwe kesên di binê kavilan de asê mane derdixin.”

Back to top button