Desthilata Erdogan qayûm danî li ser navenda alîkariyê

Hişmendiya dagirker û xesbkar di erdhejê de jî rûyê xwe yê rast eşkere kir.
Dewleta Tirk qeyûm avît li ser Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê ku HDP’ê pê radibû.
Ji ber polîtîkayên dewleta dagirker jimara qurbaniyên erdhejê li Bakurê Kurdistan 36 hezar kesî derbaskir

Dewleta Tirk 4 rojên ewil ê erdhejê de di hawara deverên weke Semsûr, Afşîn, Elbîstan, Mereş û Amedê de neçû.

Ji ber vê rewşê jî di pêşengtiya HDP û komeleyên heremê de Navenda Koordînasyonê ya Krîzê li navçeya Bazarcix a Mereşê hate avikirin û ev navend ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî berhev dikir.

Ev navend ev 10 roje bênavber bi awayek seferberî, ji bo mexdûrên erdhejê kar dikir.

Lê desthilata Faşîzm a Erdogan qeyûm tayînê vê jî kir; ango dest danî li ser navendê.

Belê ev ye di cîhanê de yekem mînak e.

“Dewlet bi vê polîtîka xwe yên nemirine jî dikuje”

Endamê Navenda Koordînasyona Krîzê ya Bazarcixê Koray Turkay ê HDP’î, diyar kir ku dewlet alîkarî û piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê bi dawî kiriye û got:

” Dewlet bi vê biryara xwe biryar girt yên ji ber erdhjê jî nemirine, wan bi sermayê bikuje.”

Mecbûr em ê ji vir biçin. Em pir xemgîn in.

Armanca me, em alîkariya gelê Mereşê bikin. Lê dewletê ev asteng kir.

Heya em ji AKP-MHP’ê xelas nebin, dê ji bo tu kesî bi navê jiyanê tu tişt tune be.”

Piştî vê HDP’î û dilxwazan vê helwesta qeymeqamtiyê bi dirûşmeya “Qeyûm dikuje, piştevanî jiyan e” şermezar kirin û goti dê bi qeymeqamtiyê re nexebitin û ji depoyê derketin.

Qayûm alîkariyên gel ku şandibû weke ku dîmen de jî xuya dibe wek xirbeyan vala dike.

Li Bakur û Tirkiyê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane 36 hezar derbas kir

Ji ber vê polîtîka dewleta Tirk jimara qurbaniyên erdhejê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 36 hezar kesî derbaskir.

Back to top button