“Hiqûq tune ye, yên bêdeng dimînin hevpar in”

Parêzer Mahmûd El Îsa diyar kir ku bêdengiya li hember tecrîdê hewldanek ji bo astengkirina têkoşîna azadiyê ya gelan e.

Parêzer Mahmûd El Îsa tecrîda li Îmraliyê û bêdengiya li qada navneteweyî ji ANF’ê re nirxand.

El Îsa diyar kir ku divê Îmraliyê tenê weke girtîgehekê neyê pênasekirin û got:

“Tişta li wir hat kirin, ji vê wêdetir e.

Ev yek bi awayekî vekirî nîşan dide ku li girtîgeha Îmraliyê her cûre tecrîd tê meşandin.

Bi tecrîda mutleq a Îmraliyê re tê xwestin ku fikrên Rêbertî negihêjin şervanên azadiyê û gelên azadîxwaz.”

El Îsa destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi tu awayî qanûn û hiqûq tune.

Hemû hêzên hegemonîk ên li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in jî hevparê vê tecrîdê ne.

Ji bo vê jî divê em ji bo doza têkoşîna Rêber APo li her derê dengê xwe bilind bikin.

Back to top button