Şandeyek ji Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk wê 7’ê Îlonê ji bo pêkanîna rêze hevdîtinan serdana başûrê Kurdistanê bikin.
Şande wê 4 rojan li Hewlêr û Silêmaniyê li gel gelek partiyên siyasî yên Kurd bicive.
Şande wê li Hewlêrê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, siyasetmedar û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtnê bike.
Her wiha di çarçoveya hevdîtinên Hewlêrê de wê serdana wargeha penaberan a Mexmûrê ku ev 51 rojin dorpêç kiriye bike.
Şandeya HDP’ê wê piştî rêze hevdîtinên li Hewlêrê 9 û10’ê Îlonê jî , serdana Silêmaniyê bike.
Tê payîn ku şande bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re jî bicive.