Hevseroka DFG’ê û Edîtora MA’yê Dîcle Mûftûoglû ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê derket û li ber Girtîgehê got:
“Ji bo ku rastiyê veşêrin û nehêlin em binivîsin, 10 mehan em dîl girtin.
Heta ku hevgirtin neyê zêdekirin, dê rojnameger bên girtin û dê mafê nûçewergirtinê yê gel bê astengkirin.”
Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê-DFG û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê-MA Dîcle Mûftûoglû ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê derket.
Dîcle Mûftûoglû ji aliyê hevrêyên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Dîcle piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da û got:
“Em di çarçoveya operasyona beriya hilbijartinê de hatin girtin.
Ji bo ku rastiyê veşêrin û nehêlin em binivîsin, 10 mehan em dîl girtin.
Ezê karê xwe bidomînim.
Heta ku hevgirtin neyê zêdekirin, dê rojnameger bên girtin û dê mafê nûçewergirtinê yê gel bê astengkirin.”