Blinken: Em bi çînê re şerekî sar yê nû naxwazin

Di demeke ku Rûsya li nava Ukrayna li armancên xwe digere de, metirsiya êrişeke Çînê ya li dijî Taywanê jî derketiye pêş.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken têkildarî polîtîkayên serokê welat Biden axivî.
Blinken got,Em bi Çînê re “Şerekî Sar” yê nû naxwazin.

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Blinken di panela ku ji aliyê Enstîtuya Polîtîkayên Civaka Asyayê (ASPI) ve li Zanîngeha George Washington a li paytexta DYA Washington DC hat organîzekirin, der barê polîtîkaya rêveberiya Serokê Amerîkayê Biden a li hemberî Çînê de axivî.

Blinken got,

“Çîn hem niyeta wê heye sîstema navneteweyî ji nûve biguherîne û hem jî yekane hêze ku di warê aborî, dîplomatîk, leşkerî û teknolojîk de xwedî wê hêzê ye. Vîzyona Pekînê wê me ji nirxên gerdûnî yên ku di 75 salên borî de cîhan ber bi pêş ve birin, dûr bixe.”

Blinken diyar kir ku siyaseta Amerîkayê neguheriye û rêveberiya Biden bi polîtîkaya “Yek Çîn” ve girêdayî ye.

Lê hemwextî vê peymanên wan yên nefermî li gel Taywanê heye.

Blinken anî ziman ku ew li bendêne cudahiyên navbera herdû welatan de, bi aştiyane çareser bibin.

Blinken: Em ê pêşbaziya xwe ya bi Çînê re bidomînin

Hemwextî vê wezîrê DYA diyar kir ku ew ê pêşbaziya xwe ya li gel Çînê bidomînin.

Blinken di axaftina xwe de rexne li Çînê jî girt ku destekê dide êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê û diyar kir ku ev rewş li herêma Hînd-Pasîfîk xeternak e û wiha bidawî kir:

“Di dema ku Rûsya ji bo dagirkirina Ukraynayê bi eşkereyî seferber bûye, Serok Xi û Serok Putin dibêjin dostaniya di navbera welatên wan de ‘bêsînor e’.

Back to top button