Di xwepêşandanên li Pakistanê de 3 polîs hatin kuştin û 91 jî birîndar bûn

Ji Nîsanê ve li Pakistanê xwepêşandan û aloziya despêkirî dijwar dibe.
Alîgirên Serokwezîrê berê Îmran Xan li bajarên cuda bi polîsan re ketin nava pevçûnan.
Di xwepêşandanên li eyaleta Pencapê de 3 polîs hatin kuştin û 91 jî birîndar bûn.

Duh li Pakistanê alîgirên partiya serokwezîrê berê Îmran Xan li gelek bajaran daketin kolanan.

Bi taybet li paytext Îslamabad, Lahore û Karaçî di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derketin.

Hat ragihandin ku li eyaleta Pencabê di pevçûnên di navbera alîgirên Xan û polêsan de 3 polês mirin û 91 polîs jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê polêsan ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li Lahor polîsek hate armanckirin û kuştin.

Li bajarê Attockê otobusa wan a ku li ser karê xwe bûn qulib 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan.

Polîsan ragihand ku bi dehan erebeyên wan hatine bêkêrkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Hikûmeta Îmran Xan ku di encama dengdana pêbaweriyê ya ku 10’ê Nîsanê li Parlamentoya Pakistanê hatibû kirin de 174 dengên na wergirtibû.

Şehbaz Şerîf birayê Newaz Şerîf ê ku 3 dewran li welêt serokwezîrtî kiriye.

Şerîf, di hilbijartina 11’ê Nîsanê ya li Meclisê de, bi piraniya mutleq bi 174 dengan wek serokwezîr hat hilbijartin.

Back to top button