Li bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî komploya Navneteweyî çalakî dewam dikin.
Li Minbic, Tebqa û Dêrazorê çalakî hatin lidarxistin û banga bilindkirina tekoşînê û berxwedanê ya ji bo azadiya Rêber Apo, hate kirin.
Çalakiyên bi armaca şermezar kirina komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo li herêmê dewam dikin.
Welatiyên Minbicê Komploya 9’ê Cotmehê bi çalakiyan şermezar kirin
Bi sedan şêniyên Minbicê li dijî kompolya Navneteweyî ya li ser Rêber Apo meşiyan.
Meşê li qada giştî ya li navenda bajêr veguherî mêtingê, û li wir gelek kesan axivîn.
Di axaftinan de hate diyar kirin hêzên komploger ji ber ku ji fikirê Rêber Apo ditirsiyan komplo pêk anîn.
Di axaftinan de hate diyar kirin ewê heta azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin.
Li Tebqayê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin
Nivîsgeha Dîwana Civakî ya herêma Tebqayê jî derbarê komploya navnetewî de daxuyanî da.
Navîsgehê bang li CPT, rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li tecrîdê bînin.
“Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin”
Li Dêrazorê jî jinan li pêşiya navenda TEV-DEM ya li herêma Sebi’a Kîlo daxuyanî dan.
Hevseroka Komîteya Sotemeniyê Fatma El Kiwêt daxuyanî xwend û komploya Navneteweyî şermezar kir û wiha got: “Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihaştin vê astê û emê li ser vê bingehê hemû jinan azad bikin.”
Di dawiyê de, Fatma El Kiwêt diyar kir ku heta azadiya Rêber Apo ewê tekoşînê mezintir bikin.



