Partiya Sûriya Paşerojê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî

Partiya Sûriya Pêşerojê- şaxa Hesekê ji bo bîranîna salvegera sêyemîn a şehadeta Hevîr Xelef, merasimek li dar xit.

Di salvegera sêyemîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de, Partiya Sûriya Pêşerojê li pêş navenda xwe ya li Taxa Nasira ya Hesekê konê bîranînê vegirt.

Bi dehan endamên Kongra Star, Partiya Sûriya Pêşerojê, TEV-DEM`ê û saziyên Rêveberiya Xeweser beşdarî merasimê bûn.

Li wir serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih Zewbe axivî û diyar kir ku armanca şehîd Hevrîn avakirina Sûriyeke azad û demokratîk bû.

Endama Kongra Star Cûmana Ubêd jî got: “Şehîd Hevrîn girîngiyeke mezin da doza jinan û xwest ku jin jiyaneke ewle bijîn.”

Di merasîmê de, ji bo dilsoziya şopandina riya şehîd Hevrîn Xelef, soz hat dubarekirin.

Back to top button