Cenazeyên malbata li Bexda hat kuştin, li Silêmaniyê hatin veşartin

Vê sibehê cenazeyên her sê kesên ku li Bexdayê hatin kuştin  li Silêmaniyê hatin definkirin

Cenazeyê her sê kesên ku li Bexdayê hatin kuştin îro birin Silêmaniyê, piştî rêûresma olî cenazeyên wan li Goristana Girê Seywan a Silêmaniyê hatin veşartin.

Derbarê bûyerê de xwişka Dara Reûf, Emîne Reûf diyar kir ku ti pirsgirêkên wan ên civakî li gel ti kesî nîne.

Di civîna çapemeniyê de biraziyê Dara Reûf, Mihemed Qadir anî ziman ku ji derveyî kesên hatine binçavkirin gumana wan li ser ti kesên din nîne, divê sûcdar werin ceza kirin.

Back to top button