Li Kobanê di encama teqîna kana keviran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.
Teqîn li kana El-Cezîrê ya keviran a li gundê Hemdon ya Kobanê di encama şaştiyek di danîna teqemeniyan de pêk hat.
Di encamê de 4 kes jiyan xwe ji dest dan,
Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Ebdilah Nariko, Mihemed Arif, Xelîl Arîf. Navê kesên din jî nehat zelalkirin.
4 kes jî birîndar bûn û ew birin nexweşxaniya Minbicê.