
Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re û ji bo ava çemê Ceqceq baş biherike, Şaredariya Gel a Hesekê dest bi paqijkirina ava çem kir.
Şaredariyê beriya 2 rojan dest bi rakirina zibal, giha û bermahiyên di hundirê çem de kir.
Şaredariyê di kêmî 48 saetan, ji pira taxa Miftî û heta Çerxerêya Ş. Arîn Mîrkan ku dirêjahiya wê 6 km metre ye, paqij kir.
Hevserokê Şaredariya Gel a Hesekê Beşar Ehmed diyar kir piştî paqijkirina kanalên çem, wê şaredarî daran li peravên çem biçîne.
Her weha dikandar û malên li hemberî çem hatine hişyar kirin ku zibilê xwe neavêjin çem û li gorî qanûnên paqijiyê tev bigerin.
Beşar Ehmed bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re bibin alîkar û di mijara paqijiyê de baldar bin.