Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê leşkerê Erka Xweparastinê Mihsin Sadûn li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir kirin.
Leşkerê Erka Xweparastinê Mihsin Sadûn dema li ser wezîfeyê bû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana Şehîdan a navçeyê merasîmek li dar xistin.
Li goristanê hêzên Ereka Xweparastinê merasîmeke leşkerî li dar xist.
Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Nacî Nicûm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.