Komkujiya berîya 13 salan a li Mereşê, li Erzînganê dubare bû

Komkujiya beriya 13 salan li madena li Mereşê qewîmî, 13 Sibatê li Erzînganê xwe dubare kir.
13 sal berê li Mereşê, li qada madenê ya 2 hezan pêk hatibû.
Di bûyera wê rojê de 9 karkeran jiyana xwe ji dest dan û heta niha cenazeyên wan nehatine dîtin.
13’ê vê Sibatê jî di Kana Zêr Erzînganê de heza pêk hat û heta niha ji 9 karkeran agahî nayên girtin.

Piştî bûyera li Licik a Erzînganê, komkujiya navçeya Elbîstana Mereşê dîsa hat rojevê.

Li navçeya Licik a Erzinganê 13’ê Sibatê di Kana Çopler a Zêr de ax şemitî bû.

Di bûyerê de 9 karker di bin kana zêr de man û heta niha agahî ji wan nayên girtin.

13 sal berê li gundê Avşîn ê yê Elbîstanê jî, li qada madenê ya 2 hezan pêk hatibû.

Koma Cînerê ji bo Santrala Termîk B A Afşîn-Elbistanê komir derdixist.

Tevî ku gelek hişyarî hatin kirin jî di 6’ê sibata 2011’an de hezan pêk hat.

Di bûyerê de Yaşar Alkaya yê 51 salî di bin hezazê de ma û jiyana xwe ji dest da.

10 karkerên madenê jî birîndar bûn.

Dîsa 5 roj şûnde di 10’ê sibata 2011’an de careke din ax şemitî.

Vê carê 10 karkerên madenê di bin hezanê de man û karkerê mirî hat dîtin.

9 karkerên din cenazeyên wan nehat dîtin.

13 sal in malbat cenazeyên xwe digerin

Ev 13 sal in malbat heta niha jî cenazeyên xwe digerin.

Serdozgerê Komarê yê Elbîstanê ji bo mirina 11 karkeran 16’ê Tîrmeha 2012’an de doz vekir.

Piştî darizandina 5 salan, dadgehê ji bo her malbatekê 91 hezar û 200 lîre cezayê tasmînatê xwest.

19 bersûc jî beraat kirin.

Back to top button