Li bendava Duhokê cenazeya jineke Êzîdî hat dîtin

Cenazeyê jineke Êzidî ku li kampa Domîze dijiya, li bendava Duhok ê Başurê kurdistanê hat dîtin.

Li gorî agahiyên hatine ragihandin, beriya demek kurt, li bendava Duhokê cenazeyê jinek Êzidî hate dîtin.

Li gorî heman agahiyan jina Êzidî xelkê Şengalê ye.

Ew piştî êrişa çeteyên DAÎŞ’ê koçberî kampa penaberan a Domîze ya li Duhokê bû û li wir dijiya.

Lê heta niha sedema mirina jina Êzidî nayê zanîn.

Her wiha heta niha ti daxuyaniyek fermî derbarê buyerê de ji aliyê dezgehên emnî ve nehatiye belavkirin.

Back to top button