Reqa-Şitilgeha El Emel, çandinî û xwezaya li herêmê xurt dike

Çandina şitlan ne tenê ji bo karê çandiniyê, ji bo dewlemendkirina jiyana xwezayî jî girîng e.
Şitilgeha El Emel a li Reqayê, di vê çarçoveyê de bi rolekî sereke radibe:
Şitilgeha ku bi hezaran ji cûreyên şitilan herêmê dixemilîne, şitilgeha herî mezin a bajar e.

Çandina şitlan ne tenê ji bo karê çandiniyê, her wiha ji bo parastin û dewlemendkirina jiyana xwezayî jî gelekî girîng e

Şitilgeha El Emel a li bajarê Reqayê ku sala 2019’an kete meriyetê hewl dide vê pêwistiyê dabîn dike.

Şitilgeh bi şitlên xwe yên ji dar, zebze û nebatên cuda, derfetan dide çareserkirina pêwîstiya çandiniyê ya li herêmê.

Şitilên bi kalîte û tenduristiyeke baş

Her wiha bi buhayên xwe yên guncaw jî derfetan dide mişteriyên xwe.

Buhayê şitilan bi 15 hezar lîreyê Sûriyeyê destpê dike û digihêje heta 135 hezar lîreyê Sûriyê.

Şitilgeh di hilberandina şitilên bi kalîte û tenduristiyeke baş jî tevkariyê li herêmê dike.

Bi vî rengî çandinî û xwezaya li herêmê hîn xurt dike.

10 pisporê lê dixebitin ji bo jinûve geşkirina xwezayê hewl didin

Di karê çandin û mezinkirina şitlan de yek ji gavên herî girîng jî avdan e.

10 xebatkar li gorî cûre û temenê şitlan bernameyeke avdanê diyar dikin, serê her sibehê av didin.

Her wiha ji bo şitil bi rengekî baş mezin bibin, gubreyên rast li gorî wan têne bikaranîn.

Li hemberî nexweşiyan jî bi rêk û pêk têne kontrolkirin.

Şitilgeha El Emel bi vî karê xwe tevkariyê li xwezayê dike.

Back to top button