HDP’ê û dengê Kurdan pêvajoya hilbijartina serokkomariyê diyar dike

Bi nêzikbuna hilbijartinên serokkomartiya Tirkiye re liv u tevgera siyasi zêde bûyê.
li gor anketan, serokkomariya Tirkiyê HDP hildibêjere. Misogerkirina mafên kurdan di destura bingehîn aTirkiyê de û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî girtiyên sîyasî xistiye mercê pêşîn.

Li gor ankêtan her aliyek bixwaze namzetê wê yê serokkomariyê qezenc bike, pêwîstiya wan bi HDP’ê û dengên Kurdan heye.

Li gor yasaya hilbijartinê ya Tirkiyê, hilbijartina serokkomar û parlementoya Tirkiyeyê divê di 17’ê Hezîrana 2023’yan de pêk were.

Lê gote got hene ku hilbijartina pêşwext pêk were û di meha Nîsanê de ango piştî cejna Remezanê hilbijartin were lidarxistin.

Li gor sîstema siyasî ya Tirkiyê, piştî guherîna destûra Tirkiyê ya sala 2017’an, serokwezîr nemaye. Serokkomar rasterast ji aliyê gel ve tê hilbijartin.

Piştre jî serokkomar hikûmetê pêk tîne. Ev jî li gor destura nû ya Tirkiyeyê tê kirin.

Serokkomar divê ji sedî 50 zêdetirî dengan bidestbixe.

Piştre jî wezîran diyar bike û kabîneya hikûmetê jî bawerî ji parlementoyê wergire.

Ji bo derbaskirina benda ji sedî 7 hevpeymanî bi resmî hatine ragihandin û ev jî dibe sedem partiyên ku wê bi tena serê xwe nikaribin benda ji sedî 7 derbaskin, wê bi rêya hevpeymaniyê bikarin herin parlementoyê.

Heta niha anketên ku li Tirkiyeyê hatine kirin, namzetên her sê hevpeymaniyan jî nikarin bi tena xwe ji sedî 50 zêdetirê dengan bidest bixin.

Li gor encamên anketan, rêjeya dengên;

Hevpeymaniya Komarê ji sedî 38’e,

Hevpeymaniya Milet ji sedî 38’e û rêjeya dengên

Tifaqa Ked û Azadiyê jî ji sedî 13’ye.

Back to top button