Tevgera Komunîst a Şoreşger li Qamişlo, 33 ciwanên ku di komkujiya 20’ê Tîrmeha 2015’an de hatin şehîdkirin, bi bîr anîn.
Tevgerê merasîma bîranînê li Baxçeyê Xwendinê li dar xist û endamên saziyên sivîl, leşkerî û şêniyên bajêr lê amade bûn.
Baxçe bi mûm û wêneyên şehîdên komkujiya Pirsûsê hat xemilandin û nivîsên “Xeyalê wê nîvco namîne” hatin daliqandin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, Elî Umer axivî, sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re xwest.
Ji rêveberên TEV-DEM’ê Ebid Îbrahîm jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştî axaftinan, koma Ş. Botan stranên şoreşgerî gotin.
Di dawiya merasîmê de jî, belgefîlmek li ser komkujiya Pirsûsê hate pêşandan.