Li Babê gelek hewldanên kuştinê li dijî sivîlan pêk hat

Duh li bajarê Babê yê di bin dagirkeriya Tirkiyê de, tevlihevî derket û gelek sivîl birîndar bûn.

Kesine rûgirtî li ser motorsiklêtekî hewl dan sivîlê bi navê Ibrahîm Îsa El-Qidêranî bikujin.

Ibrahîm birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyeke bajêr.

Her wiha, hin kesên din ên rûgirtî, hewl dan dermanfiroşê bi navê Ehmed El-Hamid nêzî mizgefta Usama Zêd bikujin.

Di encamê de, ew û çend kes ji malbata wê bi giranî birîndar bûn.

Li bajarên din jî yên dagirkirî, kesine nenas sivîlê bi nava Zafir Gulo li Ezazê birîndar kir..

Li Girê Spî jî, çeteyên dewleta Tirk gelek sivîl girtin.

 

Back to top button