“Îsraîlê gelek dever li Dera û Ouneytirayê kirin armanc”

Duh, Îsraîlê bi mûşekan gelek derverên Hizbulah û hêzên Îranî li Dera û Quneytirayê kirin armanc, hikumeta Şamê jî dibêje wan bersiva êrîşan daye.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku Îsraîlê bi kêmanî 6 mûşek avêtin deverên Îran û Hizbullah li parêzgeha Dera û Quneytirayê di encamê de zererên madî gihan malên sivîlan.

Lê aliyên ne fermî jî dibêjin generalekî Îranî û çend leşkerên hikumetê hatine kuştin.

Ajansa SANA’yê ya hikumeta Şamê jî got “pergala parastina wan a asîmanî bersiva êrîşên Îsraîlê yên li ser asmanê herêma Mecdel Şemiş a Colanê da.”

Israîl jî idia dike ku ji ber dihat payîn hikumeta Şamê êrîşekê bibe ser wan, wan ev êrîşa parêzî pêk anî.

Back to top button