Li Bakur û Rojhilatê Sûrî asta perwerde ya ziman

21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê ye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê perwerde dibin
4 hezar û 160 dibistanan 890 hezar û 680 xwendekar bi zimanê dayikê têne perwerdekirin.
41 hezar û 867 mamoste bi Kurdî, Erebî û Suryanî perwerdeyê didin zarokan.

Bi çirûska Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2011’an re sîstema perwerde û hîndekariyê jinûve hate avakirin.

Beriya şoreşê li bajarên Heleb, Kobanê, Efrînê û bajarên mîna wan perwerdeya bi Kurdî bi dizî dihate kirin.

Lê piştî şoreşê êdî bi rengekî eşkere dewam kir.

Bi Şoreşa Rojava re vejîna zimanê dayikê rû da, gelan bi zimanê xwe yê dayikê dest bi perwerdeyê kirin.

Gelên Ermen, Suryan û Asûr jî bi şoreşê re firsend bi dest xistin ku bi zimanê xwe bi rengekî azad bijîn.

Gelê Suryan û Asûr ku li dêran perwerde didît, zimanê xwe êdî li dibistanan û li sazî û meclîsên xwe hîn dibin..

Çerkesên li Minbicê di bin sîwana meclîs û komeleyên xwe yên xweser de dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bêne perwerdekirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî li ser mijarê axivî û got;

“Li dijî gelê Kurd polîtîkayeke taybet dihate meşandin.

Axaftin, xwendin û stranên bi Kurdî qedexe bûn.

Netewe dewletan yek ziman, yek al, yek nasname bi kurtasî yek tîp ji xwe re dikirin esas û ev yek di nava rejîma Sûriyeyê de serwer bû.

Mufredata perwerdeyê jî bi nêrîna şovenîst, nijadperest û neteweperest a rejîma Sûriyeyê dihate amadekirin.

Dîrok dihate berevajîkirin û bi vî rengî dihate hînkirin.

Asîmîlekirina gelan li dibistanan dihate kirin.

Semîra Hec Elî ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarokên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re li heman dibistanê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigirin û got:

“Her zarok bi zimanê xwe yê dayikê tê perwerdekirin, di heman demê de xwedî wê şensê ye ku bi zimanê gelên din jî hîn bibe.

Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Erebî, Kurdî û Suryanî weke zimanên fermî hatin destnîşankirin.”

Back to top button