Zozan Çewlîk: Çalakiyên me yên bi ruhê Zîlan wê berdewam bike

Ji fermandarên NPG’ê Zozan Çewlîk destnîşan kir ku di dema pêş de wê şerekî giran û berfireh biqewime û got, “Gelê me, hêzên çep, sosyalîst, demokratîk, hêzên dijberê sîstemê û tevgerên azadiyê yên jinê divê li gorî vê yekê di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de tevnên xwe yên xweparastinê xurt bikin û berxwedanê berfireh bikin.”

Ji fermandarên Navenda Parastina Gel Zozan Çewlîk çalakiya 1’ê Cotmehê ya ji aliyê endamên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ve hate kirin ji ANF’ê re nirxand.

Fermandar Zozan Çewlîk girîngiya çalakiya fedaî nirxand û got:

“Çalakiya Enqereyê ya 1’ê Cotmehê pîvana tevlîbûna demê diyar kir.

Nîşan kir ku mirov wê çawa bibe şervanê azadiyê, lêgerînvanê heqîqetê, parêzvanê edaletê û li dijî sîstemê rabe.

Ev çalakî li dijî tecrîdê, peyameke xurt ji bo pergalal faşîst û qirker bû.

Divê ev yek bê zanîn ku çalakiyên bi vî ruhî têne kirin wê timî bêne lidarxistin. ”

Zozan Çewlîk: Divê girîngiyeke stratejîk ji tifaqa Kurd-Ereb re bê dayin

Fermandar Zozan Çewlîk balkişand li ser karekterê şerê nû ku hêzên navnetewî dixwazin pêşbixin û ev nirxandin kir.

“Hêzên hegemon di şerê Kurdistan û Filistînê de bi kuştina jin, zarok û medeniyan dixwazin pêleke nû ya netewperest û olperestê pêş bixin.

Cîhan li hember gelê Kurd durû ye, li hember Filistînê dirû ye.

Encex hêza rêxistinkirî û îradeya gel dikare pêşî li vê şerê qirêj bigire.

Yên berê gotine, ‘eger tu êş hîs bikî tu zindî yî, lê tu êşa kesên din hîs bikî tu mirovî.’

Di pêvajoya ji vir û şûn de jî, divê li ser bingehê paradîgmaya netewa demokratîk tifaqa Kurd-Ereb weke tifaqeke stratejîk pêş bikeve.”

“Divê gelê me xwe şerekî mezin re amade bike”

Fermandar NPG’ê Zozan Çewlîk di dawî yê got divê gelê me tevnên xwe yên xweparastinê xurt bike û got:

“Divê were zanîn ku sala 2023-2024’an wê bi şerekî pir dijwar û berfireh derbas bibe.

Gelê me, derdorên sosyalîst ên demokratîk, hêzên dij sîstemê, tevgerên azadiya jinê li gorî vê yekê divê torên xwe yên xweparastinê xurt bikin.

Divê navendên xwe yên berxwedanê li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî mezin bikin.

Em ê li ser paradîgma Netewa demokratîk li çiya, deşt, bajar bêyî ku bibêjin havîn û zivistan em ê şerbikin û jiyana azad ava bikin.

Dubare dibêjim divê gelê me xwe şerekî mezin re amade bike.”

Back to top button