Çalakvanên Qeladizê: Bêdengiya hikûmeta Başûr rê dide Erdoxan ku Kurdistanê dagir bike

Çalakvanên bajarokê Qeladizê bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê li dijî êrişan şermezarkirin û gotin:
“Divê li hemû herêman li dijî dagirkeriyê çalakiyên mezin werin lidarxistin.”

Çalakvan Rehman Hisên got: “Qasî ku dijmin li ser xaka me azade, em ne azadin.

Derfeta me tune ku em li dijî dagirkeran dengê xwe bidin, ji bo dijmin û dagirkeran xebat tê kirin.

Rehman da zanîn ku dewleta tirk metirsiyek mezin li ser bajarê wan çêdike û wiha dewam kir :

” Dewleta Tirk her roj bi hincetekê welatiyan dike hedef.

Metirsiyek mezin li ser navenda bajaran çêkiriye.

Wiha kiriye ku ti Kurdek xwe di ewlehiyê de hîs nake.

Her şev bi dengê balefirên şer û balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker radibin.”

Çalakvanê bi navê Qadir Ehmed jî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku bêdengiya hikûmeta Başûr rê dide Erdogan ku Kurdistanê dagir bike û sîxuriyê ji wan re bike.”

Qadir Ehmed herî dawî destnîşan kir ku divê rewşenbîr, ciwan û aktîvîst zêdetir hêzê bidin xwepêşandanan, her wiha çalakiyên mezin ên cur be cur li dijî kiryarên terorî yên dewleta Tirk a dagirker li dar bixin.

Back to top button