Li Hewlêr sedsaliya komara Tirkiyê ya qirker hat pîrozkirin!

Nûçeya me ya di rêzêde, nûçeyeke wisaye ku dibe hûn bînerên hêja li welateke din nebînin.
Sedsaliya dagirker û qirkerên li ser xaka xwe, bi merasîman tê pîrozkirin.
Li Hewlêr a başûrê Kurdistanê sedsaliya Komara Tirkiyeyê ya qirker hate pîrozkirin.
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di şahiyê de bi keyfxweşî ev roj pîroz kir.

Ne şahî û nejî pîrozbahiyeke netewî ye.

Ev dimenê pîrozkirina sedsaliya dewleta Tirk a qirker ya ji aliyê kesên xwe parêzvanên Kurdistanê dibînin ve ye.

Barzanî sedsaliya komara Tirkiyê bi keyfxweşî pîroz kir

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji sedsaliya dewleta Tirkiyeyê ya qirker keyfxweşe.

Ev dimenê keyfxweşiyê di merasîmek pîrozbahiyê ya li bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê de ye.

Nêçîrvan Barzanî bi şûrê di destê xwe de pasteya ji bo sedsaliyê hatî amadekirin qut dike.

Keyfxweşiya wî ji her halê wî xuya dike.

Yan jî dibe ji bo razîkirina şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yê rojane li Kurdistanê komkujiyan pêk tîne ye.

Ev sedsalin vê dewleta qirker, tiştekî ku bi serê Kurdan de neaniye, nemaye.

Di van komkujiyan de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi sed hezaran hatin birîndarkirin û bi milyonan hatin sirgûnkirin.

Ev dîmen li ser malperên civakî rastî bertkên mezin ê gelê kurd hat û her kurdeke xwedî şeref û wicdan pê êşiya.

“Mala Barzanî her tim ji celadên Kurdan re çepikan xistiye”

Li ser hesabê xwe yê X bertek nîşanda û got: Gelo kurdên Bakurê Kurdistanê serkefita Sedam û Baasê Pîrozbikirina wê xelkên başûr çi hîsbikirana”

Rojnamevan Îkram Balakanî jî diyar kir ku mala Barzanî her tim ji celadên kurdan re çepikan xistiye.

Konsolê Tirkiyê yê Hewlêrê: Têkiliya me û Nêçîrvan Barzanî têkiliyek kûr e

Konsolê dewleta tirkiyê ya dagirker ê hewlêrê jî diyar kir ku ev helwesta Neçîrvan Barzanî hevkariya wan a kûr nîşan dide.

Dibe Neçîrvan barzanî ji bo berjewendiyên malbata xwe komkujiyê dagirkeriya tirk bîrbike û weke waliyê wan ê hewlêrê tevbigere.

Lê gelê kurd komkujiyên ji sala 1925 ji komkujiya Şêx Seîd, Geliyê Zîlan, Dersîm, Agirî, 33 gule, Cizîr, Nîsebîn, kortek, şehba, û heta komkujiyên Cotmeha 2023’ên li ser xelkê Rojavayê Kurdistanê ku hevkarên barzanî dagirkeriya Tirkiyê kiriye bîrnake.

Di rewşek wiha de, pirsa çi berjewendî dikare bihêle çav li êrişa qirker ya li hemberî nîjada te bê girtin, derdikeve pêş.

Back to top button