Komara Tirkiyê sed sal li pêy xwe hişt

Komara Tirkiyê ya di 29’ê Cotmeha 1923’an de hat avakirin îro sed sal li pêy xwe hişt.
Bi vê boneyê Hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEP’ê banga avakirina Komara Demokratîk kirin.
Siyasemetmedara Kurd Selma Irmak jî anî ziman piştî komarê bersiva ji bo kurdan hatiye dayîn tim zordestî bûye û got: Wê dewlet nikaribe bi van polîtîkayan bi ser bikeve.

Îro komara Tirkiyê sed sal li pêy xwe hişt.

Piştî rûxandina Împaratoriya Osmaniyan, Komara Tirkiyê di 29’ê Cotmeha 1923’an de hat avakirin.

Dewleta Tirkiyê sed salên xwe li ser esasê, înkar, qirkirin û dagirkirina xaka kurdan temam kir.

HEDEP: Kêmasiya komara Tirkiyê nebûna demokrasiyê bû

Hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEP bi vê boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşadin.

Hate diyar kirin ku kêmasiya komarê ya di sedsala yekemîn de nebûna demokrasiyê bû û wiha hate gotin:

Di sedsala yekemîn a komara Tirkiyê de çand, bawerî û nasnameyên cuda nekarîn li ser bingeha hemwelatiya wekhev de bi awayeke azad bijîn.

Di bin serdestiya zîhniyeta yekperest de bû.

Lewma pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane nehat çareserkirin.

HEDEP: Komara demokratîk, di sedsala duyemîn de nifteya hemwelatiya azad e

Hevserokan destnîşan kirin ku Komara Demokratîk, di sedsala duyemîn de nifteya hemwelatiya azad e û gotin:

Di serî de pirsgirêka kurd, dê hemû pirsgirêkên din ên gelan û baweriyan bi Komara Demokratîk çareser bibin.

HEDEP banga avakirina komara demokratîk kir

Bi vê boneyê Hevserokên giştî ên HEDEP banga avakirina Komara Demokratîk kirin û ev yek anîn ziman:

“Beriya ku sed salên din jî ji dest me biçin, werin em bi hev re Komara Demokratîk a ku hemû gel û bawerî tê de bi awayeke azad û wekhev dijîn ava bikin.”

Back to top button