HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Amedê 3 gerîla şehîd bûne eşkere kir û got: “Hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît ruhê fedaîtiyê yê têkoşîna me ya azadiyê bi rengekî hêja temsîl kirin.”
HPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkîldarî şehadeta gerîlayan ev agahî hate parve kirin:

“24’ê Cotmeha 2023’an li qada Licê ya Amedê di navbera hêzên me û artêşa Tirkiyê a dagirker de şer qewimî.

Di vî şerî de hevrêyên me Bedran, Ciwan û Seyît ên bi wêrekiyeke mezin şer kirin şehîd bûn.”

HPG’ê diyar kir ku ewladên leheng ên gelê Kurdistanê û milîtanên Apoyî yên pêşeng li Bakurê Kurdistanê ruhê fedaîtiyê bi rengekî hêja temsîl kirin.

HPG’ê ji malbatên gêrîlayên şehîd û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û soza bilind kirina têkoşînê da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nav paşnav: Bedran Merdan
Nasnav: Nazim Hîkmet Ulgen
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Şukran
Bav: Mehmet Hanefî
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2023-Amed

Nasnav: Ciwan Amed
Nav paşnav: Onûr Kamîloglû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik: Heves
Bav: Mûzaffer
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2023-Amed

Nasnav: Seyît Brûsk
Nav paşnav: Mûhammed Gonyelî
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik: Yasemîn
Bav: Emîn
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Cotmeha 2023-Amed

Back to top button