Rûsya êrişî dibistanek li Bilohorivka kir, Ukrayna ji mirina dehan kesi ditirse

Li rojhilatê Ukrayna, artêşa Rûsya êrişên xwe dijwar kiriye. Hêzên Rûsya êrişî dibistanek li Bilohorivka kir. Di dema êrişê de, 90 kes li dibistanê bûn. Hikumeta Ukrayna ji mirina dehan kesi ditirse. NY jî ragihand ku ji despêka şer û heta niha 2 hezar û 345 sivîl hatine kuştin.

74 roj in Ûkrayna bi êrişa Rûsyayê re rûbirû ye.

Bi derbasbûna rojê re, Moskow hêrsa xwe di pêkanîna êrişên dijwartir re nîşan dide.

Hêzên Rûsya êrişî dibistanek li Bilohorivka kir.

Waliyê herêma Luhanskê Serhiy Gayday piştrast kir ku 2 kes mirine û got:

Em ditirsin ku bi dehan kes di hilweşîna dibistana li Bilohorivka de mirin e.

Walîtiyê diyar kir ku 90 kes xwe li avahiyê girtibûn.

Ji van 7 jê birîndar 30 kes hatin rizgarkirin.

Gayday anî ziman ku êriş ji aliyê balafireke Rûsyayê ve pêk hatiye.

Heta niha li ser êrişê ji Rûsya ti daxuyaniyek yê piştrastkirinê nehatiye.

Li Luhanskê leşkerên Rûs û hêzên cudaxwaz hewl didin artêşa Ukraynayê dorpêç bikin.

Ji ber vê yekê şerekî dijwar rûdide.

Waliyê ku li ser kanala xwe ya Telegramê agahî da, diyar kir ku ji ber teqînê agir bi avahiyê ketiye û agirkujan di nav 3 saetan de kariye agir vemirîne.

Walîtiyê her wiha diyar kir ku hema bêje tevahiya gund di jêrzemîna dibistanê de xwe ji êrişan diparastin.

Ji bo dayîna jimara dawî ya derbarê kesên hatine kuştin de, piştî rakirina tevahî enkazan wê diyar bibe.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji despêka şer û hata niha herî kêm 2,345 sivîl mirin û 2,919 jî birîndar bûn e.

Her wiha bêtirî 12 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûne.

Ji van 5 milyon û 700 hezar koçberî welatên cîran bûne.

Di vê navberê de, Cîgira serokwezîra Ukraynayê Irina Vereshchuk ragihand ku tevahî zarok û kesên temenmezin yên li kargeha Azovstal ya Mariupol ê hatine rizgarkirin.

Li başûrê Ukrayna bajarê Odessa jî di armanca êrişên Rûsya de bû.

Rûsya: 4 balafirên Ukrayna hatine xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li grava navbera Kirim û bajarê Odessa de 4 balafirên Ukrayna xistine.

Berdevkê Wezaretê Îgor Konaşengov îdia kir ku ji despêka şer û heta niha 156 balafir, 116 helîkopter, 2 hezar û 746 maşîneyên taybet yên leşkerî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Ukrayna: 25,500 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şer eşkere kir.

Li gorî vê; 25 hezar û 500 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

199 balafir, 156 helîkopter û 1,130 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Back to top button