Artêşa Lîbî kuştina 2 çeteyên dewleta Tirk ragihand

Piştî têkçûna projeya agirbestê ya Tirkiye û Rûsyayê, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, kuştina 2 çeteyên dewleta Tirk ragihand.

Navenda Ragihandinê ya Operasyonên el- Keramê piştrast kir ku ev herdu çete di operasyoneke “Ciwanên Paytextê” de li navenda bajêr hatin kuştin.

Ciwanan jî teqez kir ew ê hemû serçeteyan bikin armanc û wan ji Terablusê derxînin an jî wan bikujin.

Artêşa Lîbî, di Kanûna borî de, koma “Ciwanên Paytextê” weke koma dijî-teror ragihand, ku ev kom ji şêniyên Lîbyayê yên xwebexş pêk tê.

Birêveberê Çavdêriya Sûrî Ramî Ebdulrehman jî berî niha ragihandibû ku 14 çeteyên ji Sûriyê derbasî Lîbyayê bûbûn, di şerê li wir de hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button