New york times: Amerîka operasyonên xwe li Iraqê jinûve dide destpêkirin

Rojnameya Newyork Times ragihand, Amerîka dê operasyonên xwe yên leşkerî li Iraqê, ku piştî aloziyên bi Îranê re rawestiyabûn, careke din bide destpêkirin.

Rojnameyê li ser zimanê 2 berpirsyaran ku navên xwe eşkere nekirin got: Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dixwaze di zûtirîn dem de, hevkariya xwe ya bi artêşa Iraqê re, li dijî çeteyên DAIŞ’ê jinûve dest pê bike, da ku çete vê rewş aloz keysbaz nekin.

Roja 5’ê çileyê Amerîka operasyonên leşkerî yên bi hevbeşiya artêşa Iraqê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê, piştî 2 rojan ji kuştina Suleymanî, rawestand.

 

Leave a Reply

Back to top button