Sîham Qeryo: Bi derxistina Tirkiyê ji Sûriyê wê alozî çareser bibe

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qiryo teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye.
Sekretêrê El-Partî Nisiredîn Ibrahîm jî daxuyakirina ku hevdîtinên sûriyê û Tirkiyê li Moskowê li ser hesabê gelên sûriyê ye û wê aloziyê zêdetir bike.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Sîham Qiryo der barê danûstandina rêveberiya xwser bi rêjîma sûrî re ji ANHA’yê re axivî.

Sîham Qeryo destnîşan kir ku destwerdanên derve, nexasim ên artêşa Tirk û piştgiriya wan ji hin aliyan re, dihêlin ku aloziya Sûriyê hîn kurtir bibe.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî misoger e.

Sîham da zanîn ku bi derxistina hêzên derve ji sûriyê wê yekser aloziya sûriyê çareser bibe.

Sîham Qeryo: Çareserî di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye

Sîham balkişand ser rola navbênkar a Rûsyayê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê û wiha got:

Em wekî Rêveberiya Xweser dibînin ku çareseriya aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî re pêkan dibe. Lewma divê her kes baweriya xwe bi vê yekê bîne.”

Nisrdîn Ibrahîm: Çivîna Sûrî û Tirkiyê li ser hesabê gelê Sûriyê ye

Sekretêrê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Nisiredîn Ibrahîm jî civîna li Moskowê ya di navbera rêjîma Sûrî û Tirkiyê bibîrxist û anî ziman ku ev gavên nû li ser hesabên gelê Sûriyê û dozên wan tên avêtin.

Nisiredîn Ibrahîm diyar kri ku ev lihevkirin dê çareseriyeke domdar ji aloziya Sûriyê û dozên asteng re bi xwe re neyine û aloziyê zêdetir dike.

Ibrahîm çareseriya aloziya Sûrî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî destnîşan kir.

Leave a Reply

Back to top button