Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê: Kiryarên dewleta Tirk berdewama kiryarên DAIŞ’ê ne

​​​​​​​Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk berdewama kirinên DAIŞ`ê ne û tişta ku DAIŞ`ê di tunekirina Êzidiyan de bi dest nexist Erdogan bi rêya hedefgirtina pêşengên civaka êzidî dixwaze pêk bîne. Êzidiyên Efrînê jî êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê şermezar kirin

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê der barê êrişa balafirên dewleta Tirk li ser gundê Digurê yê girêdayî navçeya Sinûnî ya Şengalê de ku di encama wê de 4 şervanên YBŞ`ê şehîd bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Yekîneyên Parastina Êzîdxanê dewama kiryarên DAIŞ’ê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin tişta ku DAIŞ`ê di tunekirina êzidiyan de bi dest nexist, Erdogan dixwaze bi rêya hedefgirtina sembol û pêşengên civaka êzidî de bi dest bixe.

Mala Êzidiyan daxuyakirn ku êrişên li ser Şengalê berdewamiya êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê êrîş bi tundî şermezar kir û ji hikumeta Iraqê xwest ku bertekê nîşan bide.

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bang li saziyên pêwendîdar ên Iraqê û cîhanê kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest bin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA TIRK SER ŞENGALÊ
ÊZDIYÊN EFRÎNÊ: EV ÊRÎŞÊN QIRKIRINA NASNAMEYA GELEKÎ NE

Bi dehan endamên Yekitiya Ezidiyan a Herêma Efrînê ji bo bala raya giştî bikşînin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser civaka Êzidî ya Şengalê li ber avahiya yekitiyê kom bûn.

Êzdiyan bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşa dagirkeriya dewleta tirk ya li ser pêşengên wan şermezar kirin.

Di daxuyaniya ji aliyê hevserokê Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê ve hatî xwendin de wiha hat gotin:

Ev sûc dewama hewldanên çewisandina nasnameya gelekî ye.

Paşguhkirina hikumeta Iraqê ya ji vê sûcê diyar dike ku ew di vê binpêkirinê de şirîk e.

Êzdiyan bang li cîhana azad û navendên biryara navneteweyî bi taybet dewleta Iraqê ya ku bi YBŞ`ê dinase dikin ku li dijî kiryarên dewleta tirk raweste û rê nede pêkanîna van komkujiyan li dijî gel û şervanên Şengalê.

Leave a Reply

Back to top button