Jiyaneke li ser şopa heqîqetê: Îsam Hesen Ebdullah

Peyamnêrê ajansa ANHA’yê Îsam Hesen Ebdullah ku şevê din dema bombebarana dewleta Tirk a dagirker dişopand, şehîd bû. Îsam li pey xwe rûpelek zêrîn û têkoşîneke dagirtî hişt.

Îsam Hesen Ebdullah di sala 1984’an de li bajarokê Ebrê ya girêdayî navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişlo ji dayik bûye.

Dibistana seretayî li gund xwendiye, dibistanên navîn û amadeyî li Rimêlan temam kiriye.

Li Zanîngeha Şamê jî Beşa Wêjeya Erebî qedandiye.

Demekê li Şamê mamostetî kiriye û ji destpêka şoreşa Rojava re vegeriya warê xwe û tevlî xebatan şoreşê bû.

Di sala 2015’an de jî dest bi xebatên rojnamevaniyê kir û di rojnameya Ronahî de kar kir.

Di sala 2017’an de, derbasî xebatên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bû û rastiya şoreşê ji raya giştî ya herêmê û cîhanê re ragihand.

Îsam Ebdulah bi kamera û pênûsa xwe bênavber hewl da ku êrîş û planên qirêj ên dijî destkeftiyên herêmê teşhîr bike.

Tevî ku nexweşiya polîstemî (Zêdebûna xwînê) pê re hebû jî, bêyî dudilî di her kêlî û cihekî de erka xwe ya ronîkirina rastiyê bicîh anî.

Şehadeta wî jî, di riya pêkanîna vê erka xwe de pêk hat.

Back to top button