Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser Rojava gelek daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bang li her kesî hate kirin ku ji bo parastina Rojava dakevin qadan.
KCDK-E, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E û KON-MED’ê bi peyamên cuda êrişên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Hevserokatiya KCDK-E’yê di peyama xwe de ev yek anî ziman::
“Dewleta Tirk a dagirker a ku çav lê ziviriye, bi awayek hemwext Qendîl, Kobanê û Şehbayê bombebaran kir.
Divê em li dijî êrişa qetlîamê ya ku rasterast axa Kurdistanê û qadên sivîlan dike hedef, demildest dakevin qadan.”
TJK-E: Li hember vê zihnîyeta hov a Tirkiyê divê her kes dakeve qadan
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E jî li hemberî êrişên bi sernavê ‘Parastina Kurdistanê’ bang li tevahî Kurdistanî û dostên kurdan kir..
TJK-E di daxuyaniya xwe de ev yek got:
“Dewleta Tirk a faşît ku hewl dide xitimandin û bêçaretiya xwe binixumîne, ji şevê din ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.
Armanc ji van êrişan tunekirina gelê Kurd û destkeftiyên wê ye.
Erka her kesiye ku li dijî vê zihniyeta hov ya Tirkiyê ji bo parastina Rojava dakeve qadan.
Em TJK-E di serî de jinan, bang li hemû gelê xwe, dost û hemû alîgirên mirovahiyê dikin ku Kurdistanê biparêzin.”
KON-MED: Roj roja xwedîderketina li şehîdan e
Her wiha Hevserokatiya KON-MED’ê êriş şermezar kirin û ev yek diyar kir:
Dewleta Tirk li pey qirkirina Kurdan e, ji lewra dest bi êrişeke berfireh kiriye.
Yên ku rê didin komkujiyên dewleta Tirk, hêzên navneteweyî ne û bi taybetî jî DYE û almanyayê ne.
Rojava bi dayîna bi hezaran şehîd hate rizgarkirin û a ku DAIŞ’ê nekarî bike, dewleta Tirk niha dixwaze bike.
KON-MED’ê ji bo xwedîderketina li rojava jî ev bang kir: “Roj roja xwedîderketina li bîranîna şehîdan e. Em bang li gel û dostên xwe dikin ku li her derê dakevin qadan.”