Serhildanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 65 roje didome

Serhildanana bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê navber di dome. Di hefteya dehem ya xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jî gel li qadan bû. Li aliyê din heta niha 378 kes ji aliyê dewleta Îranê ve hatine kuştin.

Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî qetilkirin, girtin, darvekirin û gulebaranên dewleta Îranê di hefteya xwe ya dehemîn de didome.

Di hefteya dehemîn ya serhildanê de jî xwepêşander hatin qetilkirin.

Li bajarên Sine, Bokan, Xoy, Şino, Pîranşar, Serdeşt, Seqîz, Dîwandere, Merîwan û gelek deverên din xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.

Li bajarê Mahabadê hêzên dewletê di derengiya şevê de êrişî welatiyan kirin..

Îro careke din welatî li Mihabadê daketin qadan û çalakiyên xwe domandin.

Dewleta Îranê jî hewil dide bi riya hêzên Sipahpasdaran, serhildana welatiyan bitepisîne.

Li gorî hinek çavkaniyan, di xwepêşandanên li Dîwandere de, herî kêm 5 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wih li ser asta Îranê û bi taybet li Tahran, Meşhed, Esfehan, Tebrîz, Şîra, Ehwaz û gelek bajarên din, gel daketin qadan.

Li vir jî hêzên dewletê weke hercar êrişî welatiyan kirin û şer derket.

Di heman demê de, çalakiya xwandekarên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam bû.

Herwiha li gelek bajaran careke din welatiyan dikanên xwe venekirin û girev domiyan.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Heta niha 378 kes hatine kuştin

Li aliyê din, Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê hejmara dawî ya kesên di êrişa hêzên Îranê de jiyanan xwe ji dest dane eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku heta niha di xwepêşandanan de 378 kes hatine kuştin.

Ji kesên ku heta niha hatin qetilkirin, 47 zarok in û 27 jê jin in.

Back to top button